PÊŞEROJA PARTIYA ÎSLAMÎ TIRKISTAN DI SÛRIYE DE Û HELWESTA ÇÎNÊ


 
Çavkanî: fetih medya
Werger:NGW/Mihemmed Kemal

Hêdî şerê Sûriyê bi wateya global bûye gola şerkerên biyanî wek rastiyek bi çavan tê dîtin li ber meye. Di  Rêjîmê de jî, di Daiş de jî, di PKK/PYD û di cepheyên rikberan de dîtin şerkerên biyanî mûmkûne.  Yên hatine ku di eniya rêjîmê de şerbikin bi taybet yên ku Îran wan kontrol û rêxistkirinin ne,di gelek raportên akademîk de ev rastî hatiye nîşandan. Bi taybet milîsên Şîî ku Îranê li Pakistan, Afganîstan,Iraq û Lûnanê rêxistikirine. Li hember vê yekê yên ku ji hawîrdorên cîhanê hatine da şerbikin di nav refên eniyên rikberan de cî girtine tên dîtin.
Gelek ji wan di nav refên rikberan de cî digrin yan jî wek gruba partiya îslamî Tirkistanî di nav yekneyên leşkerî yên etnîkî de cih digrin li qada Sûriyê. Di vê xalê de cûdehiya herî giring, kesên biyanî ku di eniya rêjîmê de cih digrin bi rêxistina dewletê dighîjin qada Sûriyê.
Partiya îslamî Tirkistan
Partiya îslamî Tirkistan ji sala 2012 ve beşdarî nav şerê Sûriye bûye û tevlî  gelek operasyonan bûye û di çeperên herî pêşde cî girtî . hejmara wan ku nêzî 2000-2500 tên texmînkirin di konjoktûra a niha de şerkerên PÎT ê bi awayekî aktîf di eniya Hema de li hember rêjîmê şer didomînin.
Tirkmen, çiyayê kurd û li herêma cisr el şûgûr wergeh û qadan kontrol dike  hem ji bo xwe  cih digre li qada Sûriyê û hem jî feraste şer bi pêşdixe ji bona armanca wan ya dawî ku rizgarkirina Tirkistana Rojhilat ji dagirkeriya çînê. Ger şert û mercên îroyîn bifikirin  bi taybet ew armanca wan ne pêkane.  
PÎT, di weşana heyva borî de ku belavkirin di vîdeoyek bi ser navê ”derheqê medya çîn de 3” de hat îdîakirin ku  medya çînê li ser tiştên ku li Tirkistana Rojhilat diqewimin de sensûrê dide meşandin û bi awayekî  ku  berê qet nehatî dîtin dîmenên konvoya leşkerî û operasyonên leşkerî ku kirine didin nîşandin. Bi wan dîmenan em dikarin bêjin ku rêxistinê bal kişandin ser xwe li qada Sûriyê.
Polîtîka Çînê li Sûriye û partiya îslamî Tirkistan
Bi rûdana pêla bihara erebî li Sûriyê jî hûkûmeta Çînê, wek destekvanê rêjîma Essed cih girt lê digot divê rêyên diyalogê vekirî bimînin. Çînê polîtîkayên xwe  li rojhilata navîn li ser pragmatiyê avakiriye yekemîn daxweza wê birina enerjiyê bi ewlehî ye. Bi taybet zêdebûna kapasîta hilbirînê û mezinkirina aboriya welat  temînkirina pêdiviyên enerjî û cûreyn wê xala herî giringe ku Çînê têkildar dike hemû hawil ji bo vê xalê dide. Di vê wate de Çîn,dema destek dide rêjîma Essed,di aliyê din de jî têkliyên xwe bi welatên ku li hember rêjîmê  wek Siûdiya erebîstan,Qatar û Tirkiye re  bi baldarî tevgeriye xwestîye  hevsengîyekê çêbike.    
Di demên dawî de her ku diçe şerê li Sûriye ber bi sarbûnê ve dere û kêmbûna bandora rikberan li gorî salên destpêkê bi vê re destpêkirina pêvajoyên agirbest û hevdîtinan ev rewş hûkûmeta Çînê ji nêz ve têkildardike. Dîsa di adara 2016 de tayînkirina sefîre Tahranê berê Şîe Şaoyan wek yekem nûnerê taybet yê Çînê li Sûriyê nîşaneya herî ber bi çave ku çiqas têkildardibe. Helbet Çîn,naxweze ku şerkerên Tirkistanî li qada Sûriye bibin xwedî cihên nû yên perwerde û jiyanê. Di vê warî de balefirên nenas yên ku partiya îslamî Tirkistan hedef digrin û nûçeya ku wê çîn du yekneyên taybet bişîne Sûriye yan jî şandine dive ku di vê manê de were xwendin. Tê îdiakirin ku bi taybet ew yekneyan wê PÎT hedef bigrin û li ser vê xebat bikin  ev ji bo girîngiya mijarê bi nirxe. Lê nûçeyên wek wan di pêvajoya şerê li Sûriyê de her tim hatin gotin lê tu carî nehatin piştraskirin ne ji çavkaniyên rêjîmê û ne jî ji qadan.
Bibe ku bala we bikşîne: ji Artêşa Sûriye Azad hemberîdana bi fûzeyên Grad ji rêjîmê re
Têkliyên Partiya îslamî Tirkistan bi grubên rikber re û pêşeroja wê
PÎT,di destpêkê de yekem nîşandana xwe li Sûriye di nav Cephet Nûsra de cî digirt. Bi demê re hêdî hêjmara şerkeran her ku zêde bû yekneyên xwe avakirin. wek dîrokî jî gruba ku nêzî Cephet Nûsra a niha jî bi gruba  Heyet Tahrîr Şam ku govde wê ji cephet nûsra hatiye avakirin re tevdigerin. Bingeha vê hevkariyê li Afganistanê, li ser têkliyên ku bi Talîban û Elkaîdê re hatiye avêtin e. Dîsa ji ber têkliyên navend û seroketiya PÎT li Afganistanê li gel Talîban û Elkaîdê  wek dewamkirineke xwezayî ya wan têkliyan li qada Sûriyê divê ku bê xuyakirin. Têkliyên PÎT ê ne tenê li gel HTŞ bi rêxistinên rikber yên dîtir re jî gelekî bi pêşketiye. Di gelek şer û pevçûnan de ligel hev ref girtin asta pêşketina wan têkliyan nîşan dide.
Hebûn û pêşeroja PÎTê li Sûriyê helbet ji rewşa rêxistinên dîtir yên rikberan û şerkerên biyanî ve serbixwe nayê fikirandin. Di vê watê de her gavek ku rikberên Sûriye bavêjin ji bo rêxistinê re wê avantaj be, di şûnda gavavêtinde ji ewqasî dezavatajê ji rêxistin re tîne. Ji ber ku di salên destpêkê de bi awayekî aktif di hemû eniyên şer de cî girtîye qabiliet şer ya rêxistinê bilindbûye lê ji ber pêşvaçûnên ku rêjîm û hevalbendên wê li herêma Idlibê bi dest dixin ji rêxistinê, şerkerên biyanî û rikberên Sûriyê re metirsiya tengavkirin û tinekirinê derdixîne. Dîsa rikberên ku li herêma Idlibê dimînin tu herêmek rikberan ku ew derbas bibin nîne. Ji ber vê yekê pêşeroja PÎT ê bi pêşeroja rikberên Sûriye  ji nêz ve girêdayiye.
Çîn heye niha bi awayekî aktîf derbasnabûyîna nav şerê Sûriyê û hereketkirina  li ser rêgeza midaxela nav hûndirê welatên dîtir nebûn ihtîmala midaxeleyek leşkerî kêm dike. Di  hemdem de ji ber Rûsya û Îranê serdestiya di Sûriye de xurtkirine wê rê nedin tiştekî wisa. Bi taybet di demek ku Rûsya leşkerên xwe bi şûnva dikşînê hawildanek Çînê li dijî PÎTê wê dê qet neyê qebûlkirin. 
(A_E)
NûçE24

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق